Waşington-SANA
Odeya Bazirganîyê ya Amerîkayê daxwaza betalkirina “Qanûna Qeyserê ya Parastina Sivîlan” li Sûrîyê bi awayekî tevahî û mayînde kir, tekez jî kir ku bi ketina rejîma Esed û destbikarbûna hikûmeta nû ya Sûrîyê re, ev qanûn êdî armanca xwe pêk nayîne.
Di nameya Cîgirê Serokê Odeya Bazirganîyê, John Moore, de wiha hatiye gotin: “Ez ji we re dinivîsim da ku piştgirîya xwe ji bo hewldanên hevbeş ên her du partîyan ji bo betalkirina Qanûna Qeyserê ya Parastina Sivîlan li Sûrîyê ya sala 2019an bi awayekî temamî û berdewam eyan bikim.”
Moore amaje bi wê yekê kir ku betalnekirina Qanûna Qeyserê dê bibe sedema sînordarkirina karîna kompanîyên Amerîkî ji bo veberhênan û tevlêbûna çalakîya bazirganî li Sûrîyê bi awayekî berfireh, heta bi tedbîrên awarte û cîbicîkirinê yên dawî ji hêla rêveberîya Serok Donald Trump ve.
Navborî nameya xwe wiha domand: “Em bang li Kongreyê dikin ku bi awayekî biryarder tev bigere û Qanûna Qeyserê bi tevahî betal bike”, û wiha kuta kir: “Kirina vê yekê ne tenê dê berjewendîyên aborî yên Amerîkayê xurt bike, lê dê ji bo aramîya herêmî û werara demdirêj a gelê Sûrîyê jî bibe alîkar.”
Di 10ê vê mehê de, Senatoya Amerîkî ji bo betalkirina Qanûna Qeyserê wekî beşek ji Qanûna Destûrdayîna Parastina Niştimanî deng da.