Bruksel-SANA
Seroka Komîsyona Ewropayê, Ursula von der Leyen, bang li welatên Ewropayê kir ku roleke çalak di piştgirîya Sûrîyeya nû û ji nûveavakirina navçeya Xezeyê de bilîzin.
Von der Leyen, di gotineke xwe di rûniştina îro ya Parlamentoya Ewropayê de, ku li ser hesabê xwe yê “X”ê weşand, da zanîn ku divê Ewropa rolekê di handana jinûvezayîna Sûrîyê, her wiha di jinûveavakirina navçeya Xezeyê û ji nûvedestpêkirina çareserîya du-dewletî de bilîze.
Li dawîyê jî, Von der Leyen girîngîya hewldanên Ewropayê yên pêkanîna aştîyeke mayînde û dadmend li Ukraynayê jî tekez kir.