Doha – SANA
Bi beşdarîya Sûrîyê û şandeyên welatên endamên Rêxistina Hevkarîya Îslamî, îro karên civîna amadekar a gera şeşemîn a Konferansa Îslamî ya Wezîrên Kar, di bin dirûşma “Tecrûbeyên xwecihî, destkeftên cîhanî, çîrokên serkeftinê di cîhana Îslamî de” li Dohaya paytexta Qeterê, dest pê kir.
Biryar e ku Wezîra Karûbarên Civakî û Kar, Hind Qebewat, di civîna sereke ya konferansê de ku dê sibe were lidarxistin, gotarekê pêşkêş bike. Di karnameya konferansê de ku du rojan didome, pêşkêşkirina raporekê li ser bazara kar a Rêxistina Hevkarîya Îslamî ji bo îsal heye.

Her wiha di konferansê de behsa van mijaran jî tê kirin: Çalakîyên sazîyên Rêxistina Hevkarîya Îslamî yên di warê çareserkirina bêkarîyê, geşepêdana şîyanên hêza kar, xurtkirina parastina civakî û nirxandina pêşketinên di cîbicîkirina biryarên Konferansa Îslamî ya Wezîrên Kar û stratejîya rêxistinê de.
Konferans platformeke payebilind e ji bo veguhestina ezmûn û pisporîyan, nirxandina destkeftên li welatên endamên Rêxistina Hevkarîya Îslamî, gotûbêjkirina rêyên rûbirûbûna astengîyên di bazara kar de li hember guhertinên cîhanî yên bilez. Her wisa lêkolînkirina xurtkirina hewldanên hevpişk ji bo piştgirîkirina bername û destpêşxerîyên niştimanîkirinê, karkirina dadmend, şopandina pêşketinên teknolojîk û bihêzkirina aborî li cîhana Îslamî.

