New Yourk – SANA
Instîtuya Sîyasetên Cîhanî (IGP) ya Zanîngeha Kolobyayê, mêvandarîya semînareke dîyalogane kir tê de Wezîrê Ragihandinê yê Sûrîyê ligel xwendekarên Inistîtuyê civîya.
Wezîrê Ragihandinê yê Sûrîyê di semînarê de behsa astengîyên qonaxa nû ya Sûrîyê û jinûveavakirina dewletê piştî cengê kir, û da xuyakirin ku desthilata nû rêveberîya dewleteke xwedan dezgehên lawaz dike û ev yek dê bibe asteng di rêya nûavakirinê de.
Her weha li ser asta têkilîyên derve, wezîr got ku hikûmeta nû ya Sûrîyê dê têkilîyên xwe yên herêmî û navdewletî fireh bike û ji bo nûavakirinê û lihevhatina niştimanî, ji civaka navdewletî piştgirî xwest.
Di dawîya dîyalogê de, John Finer, şêwirdarê berê yê ewlehîya neteweyî di hikûmeta Joe Biden de, derbarê pêşeroja Sûrîyê, geşbînîya xwe anî ziman û tekezî li ser giringîya vê qonaxa ku Sûrîye tê de dijî kir û got: ″Rêça guhertinê ne her dem bi hêsanî digihêje serkeftinê, lê serkeftina Sûrîyê ji her kesî tê xwestin.″