Waşington-SANA
Nûnerê Taybet yê Amerîkayê ji bo Sûrîyê, Thomas Barak, piştrast kir ku peymana 10ê Adarê ya di navbera dewleta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de hatiye îmzekirin, ne tenê ji bo aramî û ewlehîya Sûrîyê, lê her wiha ji bo berjewendîyên stratejîk ên Tirkîyê û Amerîkayê jî xwedî girîngîyeke mezin e.
Barak di posteke xwe ya li ser platforma “X”ê de got ku serdana wî ya dawî bo Hesekê bi armanca xurtkirina aramîya herêmî, hevrêzîkirina xebata li dijî terorê û gihandina alîkarîyên mirovî bû, ku ev hemû xizmeta berjewendîyên ewlehî û aborî yên Tirkîyê dikin.
Barak tekez kir ku erkê wî her dem li ser bihêzkirina mekanîzmayên hevkarîyê ye, ku metirsîyên dersînor kêm dikin û piştgirîyê didin armanca berfirehtir a aştî û jinûveavakirina li herêmê.
Peymana 10ê Adara 2025an, tevlîbûna HSDê di nav dezgeh û sazîyên dewleta Sûrîyê de li xwe digire, her wisa yekparçebûna axa Sûrîyê û redkirina parçekirinê tekez dike.