Pekîn-SANA
Şirketa “Xpeng Aeroht”ê ku şaxek ji şirketa Çînî ya hilberîna otomobîlên elektrîkî “Xpeng” e, duh dest bi hilberîna testê kir li yekemîn kargeha zîrek a cîhanê ya hilberîna otomobîlên esmanî.
Ajansa “Xinhua” ji zarê şirketa navborî ragihand ku kargeh bi qada 120 hezar metrekare li bajarê Guangzhou, paytexta parêzgeha Guangdong a li başûrê Çînê ye, û berê jî yekem firoka elektrîkî ya ku kare ji otomobîla xwe ya esmanî ya standard veqete, “Hilgira Firokeyên Bejahî”, pêşkêş kiribû.
Kargeh di nav kargehên mîna wê de xwedî karîna hilberînê ya herî mezin e, ji ber ku ew dikare 10 hezar yekîneyên esmanî yên veqetandî hilberîne, bi şîyana hilberînê ya destpêkî ya 5 hezar yekîneyan, her weha ew dê karibe her 30 xulekan carekê firokeyeke tenê bicivîne gava ku bi tevahîya karîna xwe bixebite.
Kompanya “Xpeng Aeroht”ê destnîşan kir ku wê ji destpêka derxistina berhema xwe ve, ji bo kirîna nêzîkî 5000 firokeotomobîl daxwaz wergirtiye, û dîyar kir ku hilberîna girseyî ya fermî û radestkirin dê sala bê dest pê bike.
Otomobîla esmanî ji wesayîteke bejahî ya şeş-teker pêk tê, ku jê re “Keştîya Dayik” tê gotin, û firokeyeke elektrîkî ya kare were veqetandin û bi awayekî stûnî rabe û dakeve.
Firoka elektrîkî ya veqetandî hem modên firînê yên otomatîkî hem jî yên destî pêşkêş dike. Moda otomatîkî plansazkirina rêça zîrek, digel rabûn û daketina bi yek pêlikê, raber dike.
Dirêjahîya otomobîlê bi qasî 5.5 metre ye, û dikare li ser rêyên giştî bi moleteke ajotinê ya asayî were ajotin û her weha dikare li cihên asayî were parkkirin.