New York-SANA
Zanistvanên ji Zanîngeha New Yorkê karîn gerdekê (molekulekê) bi navê “KIBRA”yê ku di mejîyê mirovan de heye, bibînin. Tevî guhertinên berdewam ên di şaneyên damarî de, ev gerd roleke sereke di parastina bîranînan de dilîze.
“KIBRA” bîranînên nû bi xalên damarî yên têkildar ve girêdide, paşê proteîneke din bi navê “PKMz”ê van girêdanan qewîn dike. Lêkolînên berê jî destnîşan kirine ku zêdebûna proteîna PKMzê dikare bîranînên qels vejîne.
Ev vedîtin, ku piştî nêzî 40 salî ji lêkolînên ji bo têgihîştina mekanîzmaya parastina bîranînan hat, pêgaveke girîng e di zanista damaran de, û dibe ku derîyên nû ji bo lêkolîna dermankirina nexweşîyên bîranînê yên wekî Alzheimer û birînên mejî veke.
Lêkolîna li ser mekanîzmaya tomarkirina bîranînan di xurtkirina têgihîştina karê mejî de dibe alîkar û rê dide pêvebirina rêbazên pêşîlêgirtin û dermankirina alozîyên bîranînê.