Eman-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’, bi helkefta Cejna Rizgarîyê, birûskeke pîrozbahîyê ji Şahê Urdunê Ebdullahê Duyemîn wergirt, tê de hêvîyên xwe yên ku gelê Sûrîyê hemî daxwaz û armancên xwe yên pêşketin û geşepêdanê bi cih bîne, anîn ziman.
Di birûskê de, Şahê Urdunî got: “Bi navê xwe û navê gel û hikûmeta Urdunê, ez pîrozbahîyên germ û hestên biratîyê yên herî dilsozane bi vê helkeftê bo we pêşkêş dikim. Ez ji Xwedayê Mezin dixwazim ku vê bîranînê her sal li Serok El-Şeri’ bi tenduristîyeke baş vegerîne, û gelê Sûrîyê yê bira her sal di bîranîna vê helkeftê de pêşdetir çûbe û hêvîyên wî bi cih hatibin.”
Gelê Sûrîyê îro yekemîn Bîranîna Rizgarîya Sûrîyê ji sîstema têkçûyî pîroz dike, ku bi mîlyonan kes li qadên bajar û bajarokan kom bûn da kêfxweşîya xwe dîyar bikin û hêvî û armancên xwe yên ji bo avakirina paşerojeke geş bînin ziman.