Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ agahdarî çendîn projeyên têkildarî nûjenkirin û pêşxistina xanûberan li navenda bajarê Şamê bû.
Ev yek di civînekê de hat ku li avahîya Emîndarîya Giştî ya Serokatîya Komarê bi rê ve çû. Di civînê de Serok El-Şeri’ li ser pêşnîyarên têkildarî pêşxistina balafirgehan û hejmarek ji taxan li çend parêzgehan agahdar bû, ew jî ji bo başkirina binesazîyê û xurtkirina asta xizmetguzarîyên ku ji welatîyan re tên pêşkêşkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Serok El-Şeri’ di dawîya Çirîya Pêşîn a borî de, di rûniştineke gotûbêjê ya awarte de ku di çarçoveya karên konferansa “Destpêşxerîya Paşeroja Veberhênanê 2025” li paytexta Siûdî Rîyadê hatibû lidarxistin, amaje bi wê yekê kiribû ku sektora xanûberan li Sûrîyeyê derfeteke mezin a veberhênanê pêk tîne.

