Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şara biryarnameya hej. 149 a sala 2025an a der barê avakirina Komîteya Desteya Neteweyî ya Dadwerîya Veguhêz derkir.
Ev jî metnê biryarnameyê ye:
Serokê Komarê
Li gorî rênimanyên ragihandina destûrî
û birarynameya jimare 20 a sala 2025an a avakirina Komîteya Desteya Neteweyî ya Dadwerîya Veguhêz,
ev biryar hatine dayîn:
Madeya (1): Komîteya Desteya Dadwerîya Veguhêz dê ji van xanim û birêzan pêk bê,
Navê wan:
| Ebdulbasit Ebduletîf | Serok |
| Zehra Necîb El-Berazî | Endam û Cîgir |
| Ehmed Sêfo El-Sêfo | Endam |
| Cumana Rîyad Sêf | Endam |
| Hesen Mihemed Cibran | Endam |
| Yasmîn Elî Miş’an | Endam |
| Mihemed Xêr Mihemed Eyyûb | Endam |
| Mihemed Ibrahîm El-Dixêm | Endam |
| Ehmed Mihemed Hezrûme | Endam |
| Rind Mirwan Sebax | Endam |
| Fetat Mihemed Seqir | Endam |
| Tirkî Ebdulezîz Ebulhemîd | Endam |
| Redîf Mistefa Enwer | Endam |
Madeya (2): Endamên desteyê dê di cih de piştî wergirtina vê biryarnameyê erkên xwe di bin çavdêrîya serokê wê de bînin cî. Kar dê li gorî rêziknameyên navxweyî yên desteyê di navbera wan de werin belavkirin.
Madeya (3): Ev biryarname tê weşandin û ji roja derçûna wê ve kar pê tê kirin.
Ehmed El-Şara’
Serokê Komara Erebî ya Sûrîyeyê
Şam, 2 Rebî’ El-Ewwel 1447 K./ 25 Tebax 2025 Z.