Enqere – SANA
Ajansa Anadolê ya Nûçeyan, kitêbeke berfireh bi zimanên Tirkî û Îngilîzî bi sernavê “Şoreşa Sûrîyê… Ji Pencên Be’sê Heta Azadîyê” weşand, tê de pêvajoya hilweşîna rejîma berê belge dike, hevdem digel salvegera yekemîn a operasyona “Pêşîlêgirtina Dijminkarîyê” ya ku di 8ê Kanûna Yekem a 2024an de dawî li desthilata wê anî.
Kitêb ji 327 rûpelan pêk tê, tê de qonaxên şoreşê ji serxwebûna Sûrîyê, ji dagirkerîya Fransî ya di sala 1946an de, ta gihîştina Beşar Esed ser desthilatdarîyê di sala 2000an de û hilweşîna wî, tên şirovekirin.
Di kitêbê de beşên curbicur hene, di nav wan de: “12 Rojên ku Bûn Sedema Hilweşîna Rejîma Be’s”, “Şahîya Sûrîya Azad” û “Dosyeya Tawanên Rejîmê”.
Armanca kitêbê belgekirina tawanên rejîma zordest e, wek gorên komî û navendên îşkenceyê, da bibe çavkanîyeke dîrokî ya ku sedemên serkeftina Sûrîyan û hewldanên bicîhanîna edaletê nîşan dide.
Rêveberê Giştî yê Ajansê, Serdar Qeregoz, got ku kitêb hewl dide agahîyên cihê bawerîyê bigihîne raya giştî û civaka akademîk, da bibe çavkanîyek ji bo lêkolînên li ser Sûrîyê û mafên mirovan.
Kitêb tekez dike ku bikaranîna rejîma berê ji çareserîya leşkerî û hêzên ewlekarîyê re li hember daxwazên gel ên rewa, bû sedema kuştina bi sed hezaran kes û birîndarbûna nêzîkî du milyonan, di heman demê de zêdetirî 13 milyon Sûrî neçar man ku derkevin derveyî welat an jî li nava welatê xwe koçber bibin.