London – SANA
Wezîrê Derve yê Sûrîyê Esʼed Hesen El-Şeybanî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî bo Brîtanyayê de, li Londonê bi Wezîra Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper re civîya.
Herdu alîyan behsa pêşeroja pêşxistina têkilîyên Sûrî-Brîtanî û awayên zêdekirina hevkarîyê di warên cuda de ji bo parastina berjewendîyên hevbeş kirin. Her wiha nêrînên xwe yên derbarê pêşketinên herêmî û navneteweyî de jî parve kirin.