Washinton-SANA
Wezîrê Karên Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, piştrast kir ku Sûriya nû dê dewleteke yekgirtî û sivîl be, vekirî be li ser cîhanê û pabenda aştiya sivîl be. Û tekez kir ku Sûryayek yekgirtî, lihevkirî û bihêz dê xizmeta gelê Sûriyê bike û ewlehî û aramiya herêmî baştir bike.
Di hevpeyvînekê de bi peyamnêrê CNN Ferîd Zekeriya re, ku îro hate weşandin, El-Şeybanî got, “Em hêvî dikin ku gelên herêmê, bi taybetî li Rojhilata Navîn û Sûriyê, piştî derdê van salên şer û koçberî û awarebûna ku me kişandiye, em di ewlehî û aştiyê de bijîn. Em dixwazin bi her kesî re zimanê diyalog û hevkariyê ava bikin.”
El-Şeybanî helwesta Amerîkayê ya li hember Sûriyê, ji roja yekem a rizgarkirinê ve bi erênî nirxand û got ku ew yek cihê rêz û bilindnirxandina tevaya gelê Sûriyê bû, û diyar kir ku ragihandina Serok Donald Trump a hilanîna cezayên Amerîkayê yên li ser Sûriyê cihê dilxweşiya gelê Sûriyê bû ji ber ku ew êş û azarên wan sivik dike.
El-Şeybanî got ku hin ceza li ser Sûriyê mane wek yasaya Qeyser û cezaya ku ji sala 1979an de hatiye sepandin ya ku Sûriyê wek welatekî piştgir ji terorê re dibîne, ew herdû jî di dema rêjîma berê de bûn, û ti gunehê gelê Sûriyê tê de tune ye lewra divê ew ceza werin rakirin, da miletê Sûriyê karibe welatê xwe ava bike û penaber vegerin cih û warên xwe, bi taybetî piştî serdana Serk Ehmed El-Şara bo Amerîkayê û hevdîtinên wî yên erênî bi perpirsên payebilind ên Amerîka û cîhanê re.
Derbarê têkiliyên bi cîhanê û herêmê re El-Şeybanî got ku em dê vekirî bin li ser Yekîtiya Urupî û dewletên Uropayê û têkiliyên me yên stratîjîk li gel Amerîkayê hebin.
El-Şeybanî got, “Siyaseta me ya em herdem radigihînin ew e ku Sûriyê nabe gef li ser ti dewletê tevî Îsraîlê jî. Lêbelê, ev peyamên erênî yên ku me dane ku rûyê nû yê Sûriyê ye, rûyê aştî û hevkariyê ye, tevî weha jî dijminkarî li dijî me hat pêkanîn″.
El-Şeybanî derbarê asayîkirina têkiliyan bi Îsraîlê re weha got: “Nîqaşkirina mijara normalîzekirinê û Peymanên Birahîmî di vê demê de ne pêkan e, nemaze ji ber ku Sûriya ji hêla Îsraîlê ve tê tehdîtkirin, Bilindahiyên Colanê dagirkirî ne, û ji 8ê Kanûnê vir ve deverên nû dagirkirî ne. Ji ber vê yekê, divê rewş vegere rewşa berî 8ê Kanûnê, rewş aram bibe, û peyamin erênî ji gelê Sûriyê re bêne şandin, wan ji van kiryarên Îsraîlê piştrast bike. Hingê em dikarin li ser pêşeroja herêmê biaxivin.”