Waşîngton – SANA
Tîmeke endazyarên Enstîtuya Teknolojîyê ya Massachusettsê (MIT) li Amerîkayê, jehên (tendon) destkird ên nerm pêş xistin ku di navbera masûlkeyên zindî yên çandî û peykerekî robotîk ê hişk de tên bicihkirin, di encamê de jî hêz û kalîteya robotên bîyolojîk nêzî 30 caran zêde dike.
Li gorî malpera “Tech Xplore” ya taybet bi nûçeyên teknolojî û lêkolînên zanistî, jehên nû wekî pirekê kar dikin ku nermbûna masûlkeyan û hişkîya peykerê robotîk bi hev ve girê dide. Ezmûnan nîşan da ku li gorî heman dîzayna bêyî jehên destkird, tilîyên robot dikarin sê qatan zûtir û bi hêzeke 30 caran mezintir zextê bikin.
Lêkolîneran dîyar kir ku ev dahênan rê li ber qonaxeke nû ya robotên masûlkeyî vedike, ku sivikbûn, nermbûn û kalîteya bilind li hev dicivîne. Ew sûdê ji prensîbên xwezayî yên jehan di laşê zindeweran de werdigirin, ligel bikaranîna dîzayneke endazyarî ku dişibe karê sê rîsolan ji bo eyarkirina hişkîya pêwîst bo her tevgerekê, ev jî rê dide bidestxistina performanseke zûtir, bihêztir û karîgertir.
Tê zanîn ku dibe ku bikaranîna teknolojîyeke wiha şêweyê robotên paşerojê biguhere, da ku bibin xwedî şîyaneke mezintir ji bo pêkanîna erkan di cîhana rastîn de li derveyî laboratuwarê, ligel îmkanên berfireh di warên bijîşkî, keşfkarî û pîşesazî de.