Şam-SANA
Rêveberê Ragihandina Hikûmetê di Wezareta Enerjîyê de, Ehmed El-Suleyman, tekez kir ku Wezaret bi hevahengîya ligel Sazîya Veguhastin û Belavkirina Elektrîkê, dabînkirina berdewamîya elektrîkê û baştirkirina kalîteya wê wekî karê xwe yê sereke destnîşan dike, û xebatên bêrawestan didomîne da ku xizmeteke bikêrtir û domdartir li tevahîya parêzgehan peyda bike.
El-Suleyman ji SANAyê re dîyar kir ku di çarçoveya hewldanên niştimanî yên ji bo xurtkirina pêbawerîya tora elektrîkê û dabînkirina berdewamîya peydakirina elektrîkê ji bo welatîyan, Sazîya Veguhastin û Belavkirina Elektrîkê di rojên borî de testeke cûreyî li ser tora giştî pêk anî, ku tê de elektrîk li parêzgehên Hema, Hums, Tertûs, Laziqîye û Şam bi tevahî hat dabînkirin.
El-Suleyman da zanîn ku karîna hilberîna niha ya torê nêzîkî 2200 megawat e, ku ev yek dihêle ku peydakirina elektrîkê bi navînî rojane bigihîje 14 demjimêran, ligel berdewamîya xebatên pêşxistina binesazîyê û zêdekirina şîyana hilberînê da ku aramîyeke mezintir di xizmetê de bigihîje.
Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê di 30ê meha borî de du biryar derxistibûn ku tê de buhayê firotina kîlowat-saetê ji bo kişandina elektrîkê ji bo aboneyên cuda û sektoran dîyar dikin, tekez jî kiribû ku buhayê nû ji bo zêdekirina karîn û berdewamîya sîstema elektrîkê ye.