Şam-SANA
Wezareta Ewqafê bang li xelkê kir ku îna bê 14ê mijdara 2025an, li parêzgeha ku baran lê nebarîye nimêja baranê bikin, li gorî Sunneta Pêxember Muhemmed (Silavên xwedê lê bin).
Di belavoka xwe de, Wezaretê dîyar kir ku nimêj dê yekser piştî xutbeya înê were kirin û şûnên nimêjê yên fireh ji bo kirina wê tên hazirkirin, wekî din jî, jin, zarok û belengaz werin vexwendin da beşdarî nimêjê bibin.
Wezaretê her wiha tekez kir ku pêdivî ye nimêj piştî nimêja înê li hemî mizgeftan were kirin, ji ber ziwabûn û birçîbûna ji ber kêmbûna baranê li hin deveran, û amaje bi wê yekê jî kir ku wê berê jî bangek bi vî rengî di destpêka îsal de dabû.