Şam-SANA
Rêveberîya Hec û Umreyê di Wezareta Ewqafê de, derbarê heçî kes an jî alîyên ku bêdestûr û dibêjin ku ew karin bi pereyan navên hecîyan tomar bikin û kaxezên wan îmze bikin, hişyarî da, û tekez kir ku qeydkirin tenê di rêya ofîsên fermî yên ku destûr bi wan re heye pêk tê.
Her weha daxwaz ji hevwelatîyan kir ku ji reklamên sexte haydar bin û di rêya kenalên Rêveberîyê yên fermî an jî Malpera Desteya Hec û Umreya Sûrî re, ji rastîya ofîsan piştrast bibin.
Rêveberîyê da xuyakirin ku bi nêzîkbûna werzê Hecê yê 1417ê koçî re, ev hişyarî wek tedbîreke parastina hecîyan û misogerkirina rêşûnên tomarkirina wan li gorî rêziknameyên Wezaretê yên fermî tê.