Şam-SANA
Wezareta Berevanîyê ya Sûrî, ragihand ku ew ê di demeke nêz de dest bi pêşwazîya daxwaznameyên vegera pêşefserên xwebexş ên ku ji rêjîma berê veqetîyabûn bo tevlîbûna artêşê bike.
Rêveberê beşa Medya û Ragihandinê di wezaretê de ʼAsim Xelyûn, da xuyakirin ku biryar piştî temamkirina tedbîrên pêwîst û bidawîkirina dosyaya efserên ku ji rêjîma berê veqetîyane hate standin, û tekez kir ku ev pêşefser beşeke bingehîn in ji artêşa nû, ji ber rola wan a mezin di Şoreşa Sûrîyê de.
Xelyûn dîyar kir ku biryar dereng hate ragihandin bi sedema temamkirina hin tedbîrên rêxistinî yên giring, ên ku rê li pêşîya ragihandina biryarê xweş kirin.