Şam-SANA
Wezareta Ewqafê tekez kir ku ew di peyama avakirin û yekîtîya gotinê di serdema Sûrîyeya Nû de berdewam e, û ku ji kêlîya yekem a rizgarkirinê ve, berpirsyarîya banga xurtkirina nirxên dînî û neteweyî û çalakkirina rola mizgeftan di jîyana civakê de hilgirtiye ser milên xwe.
Berdevkê fermî yê Wezaretê, Ehmed El-Helaq, di daxuyanîyekê de ku SANAyê îro kopîyek jê wergirtiye, got: “Wezareta Ewqafê tekezîyê li ser pîrozîya mizgeftan û pêwîstîya rêzgirtin û parastina hurmet û cihê wan dike, ji ber ku ew malên Xwedê ne û cihên aramî, bawermendî û rêrastîyê ne.”
El-Helaq piştrast kir ku zana û xwendekarên zanistê di ol û dewletê de xwedî cihekî bilind in, û ne rewa ye ku di bin tu behaneyê de êrîşî wan bê kirin an jî destdirêjî li wan bê kirin.
Daxuyanîyê bal kişand ser wê yekê ku mizgeft îro rola xwe li hemî deverên welêt bi awayê herî kemilî pêk tînin, bi pêşketineke domdar di performansê de roj bi roj, û pesnê fedekarîyên gelê Sûrî yê têkoşer da.
Daxuyanîyê dîyar kir ku rizgarkirina Sûrîyê berhema hewldana her azadîxwaz û xwedî rûmetê ku li hemberî rejîma berê derketibû, ye. Wê soz da ku ew ê piştî wan emanetê bi durustî û dilsozî hilgirin, û girîngîya lihevanîna dilan, yekkirina hewldanan û redkirina cudahî û nakokîyan, û vekirina rûpeleke nû di dîroka Sûrîyê de ku hemî zarokên wê di bexşandin, kar û fedekarîyê de beşdar bibin, anî ziman.
Daxuyanîyê her wisa zelal kir ku Wezaret dixwaze dîtina dewletê û rênîşanderîyên Serok Ehmed El-Şeri’ di yekkirina gotinê û yekkirina refan de, û dûrxistina mizgeftan û welêt ji her nakokîya navxweyî di navbera zarokên yek gelî de, bi cih bîne.
Berdevkê Wezaretê bi tekezkirina li ser wê yekê ku peyama Wezareta Ewqafê di serdema Sûrîyeya Nû de peyama Îslamê ye, daxuyanîya xwe bi dawî kir.