Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, li baregeha wezaretê li Şamê, pêşwazî li endamên Komîteya Niştimanî ya Taybet bi Bûyerên Siwêdayê kir û li raporekê derbarê birêveçûna karê wê guhdarî kir.

Wezîr El-Şeybanî piştgirîya tam a Wezareta Derve ji bo hewldanên komîteyê û serbixwebûna wê di eşkerekirina rastîyê û darizandina berpirsên her binpêkirinekê de tekez kir, her wiha girîngîya şefafîyet û berpirsîyarîyê derbarê bûyerên Siwêdayê de anî ziman.
Wezîrê Derve da zanîn ku tiştê li Siwêdayê qewimî “birîneke Sûrî ya êşdar” bû ku ji hêla alîyên navxweyî û derveyî ve hat bikaranîn. Tekez jî kir ku ji bilî pêkanîna ewlehî û aramîyê, dûrketina ji fîtne û gotarên nefretê, berdewamkirina gihandina alîkarîyên mirovî û rakirina zirarê ji zererdîtîyan, tu alternatîfeke din li holê nîne.
Komîteyê serbixwebûna xwe û pabendbûna xwe bi pîvanên pîşeyî û niştimanî dûpat kir û dîyar kir ku wê bi sedan şahidî û îfade bi nepenîyeke tam berhev kirine, wekî amadekarîya raporeke xwe ya berfireh.