Şam-SANA
Beşdarên seknên protestoyî yên ku îro li çend parêzgeh û bajarên Sûrîyê li dijî binpêkirinên “HSD”ê li herêma Cezîreyê pêk hatin, tekezî li ser girêdana xwe bi yekîtîya Sûrîyê û redkirina xwe ya tevahî ji hemî cûreyên cudabûn û parçekirinê kirin, û destnîşan kirin ku xelkê Cezîreyê xwedîyên rastîn ên axê ne, û mafê wan tenê heye ku çarenûsa wê dîyar bikin, ne milîsên ku bi hêza çekan û girêdanên derve hatine ferzkirin.
Komîteya rêxistinkara sekinan di daxuyanîyekê de got: “Bi navê xelkê Cezîreya Sûrî ji Ereb, Kurd, Suryanî û Xiristîyanan, û bi navê çalakvanên civaka sivîl, rojnamevan û rîspîyên ku îro beşdarî sekinên protestoyî bûn, em vê daxuyanîyê ji civaka navneteweyî û ji hemî hêzên çalak ên di dosyaya Sûrî de dişînin, wekî derbirîna helwesteke niştimanî ya yekbûyî.”
Di beşekî din jî wiha got: “Em girêdna xwe ya xurt bi yekîtîya axa Sûrî û redkirina xwe ya tevahî ji hemî cûreyên cudabûn û dabeşkirinê tekez dikin. Em destnîşan dikin ku Cezîreya Sûrî beşeke sereke ji Komara Erebî ya Sûrî ye.”
Di berdewamîya danezanê de hate gotin: “Beşdaran ragihand ku tiştê ku jê re rêxistina “HSD”ê tê gotin, ku ji Partîya Karkerên Kurdistanê ya terorîst cuda nebûye, rêxistineke neqanûnî ye ku axa parêzgehên Reqa, Dêra Zorê û Hesekê dagir kiriye, û nûnertîya tu pêkhateyek ji civaka Sûrî nake, di nav de pêkhateya Kurd a resen.”
Komîteyê tekezî li ser redkirina hemî kiryarên van milîsan kir, wekî girtinên bêserûber, koçberkirina bizorê, leşkerkirina mecbûrî, û zeftkirina îdarî û aborî, û piştrast kir ku hinceta şerê “DAIŞ”ê ku “HSD”ê pê dilîze, hatiye hilweşandin.
Komîteyê ji civaka navneteweyî xwest ku:
- Vegerandina hemî axa Komara Erebî ya Sûrî ji bo bin kontrola dewleta Sûrî û bidawîkirina dosyaya “HSD”ê.
- Dabînkirina vegera hemî koçberan li herêmên xwe yên li Cezîreya Sûrî.
- Rawestandina her piştgirîyeke sîyasî yan leşkerî ji bo her alîyekî ku li derveyî desthilata dewleta Sûrî ye.
- Vegerandina sazîyên dewleta qanûnî li hemî herêmên Cezîreya Sûrî.
- Xebat ji bo çareserîyeke niştimanî ya Sûrî ya berfireh ku yekîtîya ax û gel di bin ala Komara Erebî ya Sûrî de dabîn bike.
Komîteyê daxuyanîya xwe wiha bi dawî kir: “Xelkê Cezîreya Sûrî tekez dikin ku ew dê di têkoşîna xwe ya aştîyane û sivîl de berdewam bikin heta ku axa wan vegere hembêza Sûrîyê.”
Di bin dirûşma “Yek Deng Ji bi Cezîreyê” de, li çend parêzgeh û bajarên Sûrîyê mêtîngên protestoyî çêbûn ji bo piştgirîya xelkê Cezîreyê û redkirina kiryarên “HSD”ê û binpêkirinên wê yên li dijî wan.