Şam-SANA
Wezareta Karên Hundir a Sûrîyê ragihand ku wê bi hevrêzîya li gel Rêveberîya Jinavbirina Madeyên Hişbir a Iraqê, operasyoneke taybet pêk anîye û milyonek û 172 hezar hebên keptagon û 108 kîlo heşîş desteser kirine, her wiha hejmarek kesên ku alîyên navdewletî pey wan dikevin û endamên torên qaçaxîyê yên di nav sînorên dewletan de ne, girtine.

Wezaretê tekez kir ku ev operasyon beşek ji karûbarên jinavbirina madeyên hişbir û hevkarîya ewlekarî û îstixbaratî ya navdewletî ye, û piştrast kir ku kar û xebata ji bo parastina ciwanan û civakê û jinavbirina çavkanîyên vê belaya metirsîdar, berdewam in.


