Şam-SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gelê Sûrîyê, îro rênimayên cîbicîkirina pêvajoya hilbijartinê weşandin, û cihên navendên dengdanê yên bazinên hilbijartinê li parêzgehên Sûrîyê destnîşan kirin.
Komîteyê dîyar kir ku ji mafê berbijêr e ku piştî pêşkêşkirina daxwaznameyekê ji rêvebirên şaxê xwe yê helbijartinê re, xwe ji nemzetîyê vekişîne dema ku ew bixwaze.
Komîteyê ev kes wek kesên ku ne ji mafê wan e bibin endamên desteya helbijêr, destnîşan kirin:
- Dadwerên ku hîn li ser karê xwe ne.
- Du kesên ku xizmatîyeke yekser di nav wan de hebe, wek du kesên jin û mêrên hev, birayên hev û xizmatîya dê û bav bi zarokên wan re.
Komîtyê bal kişand ser wê yekê ku çi sextekarî di belgeyên endamê desteya helbijêr de hebe, nemzetîya wî bi dawî dibe û tê dadgehkirin.
Divê endamê desteya helbijêr di dema dengdanê de belgeyên xwe nîşan bide (nasname, passport an ixracqeydeke muhurkirî).
Li gor komîteyê, çênabe kesê dengê xwe dide, mobîl an çi alava wênegirtinê bi xwe re derbas bike odeya dengdanê.
Her weha komîteyê da xuyakirin ku dema helbijartinan roja yekşemê 05.10.2025an e, û bazinên helbijartinê û cihên helbijartinan jî destnîşan kirine.