Şam-SANA
Wezîrê Ewqafan Mihemed Ebûlxêr Şikrî û yê Xwendina Bilind û Vekolînên Zanistî Merwan El-Helebî, di serdanekê de îro bo Pirtûkxaneya El-Zahiriye û Dibistana El- Adiliye li Şamê, rewşa herdû dezgehan û rêyên pêşxistina wan şopandin.
Di wê gerê de li beşên pirtûkxanê û pirtûk û destnivîsên herî girîng ên tê de temaşe kirin, ji ber ku ew yek ji pirtûkxaneyên pir kevin ên Şamê ye, û ew beşek ji Dibistana El-Adilîye ye ya xwendekar û lêkolîneran lê hîn dikin. Her wiha ji bo bikaranîna wan pirtûkan ji bo lêkolînan û berdestkirina wan ji xwendekaran re. Şandeyê her wiha serdana gorên Qiral El-Zahir Bîbers û kurê wî, Elmelik El-Seîd kir.
Her du aliyan li ser zêdekirina hevkariyê di warê hînkirina Şerîʼetê de li wan dezgehan di bin çavdêriya Wezarata Ewqafan û Wezareta Xwendina bilind li hev kirin.
Pirtûkxaneya El-Zahiriye û Dibistana El-Adilîye li Şamê ji saziyên perwerde û çandê yên herî kevnar in, û Wezareta Ewqafan û ya Xwndina Bilind guhdaneke baş ji aliyê zanistî û olî de bi wan dike.

