Şam-SANA
Li Sûriyê bi fermana Serokê Dewleta Sûrîyê ji bo Wezîrê Ragihandinê sê alîkar hatin tayînkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin Serok Ehmed El-Şara’ biryarek derxist û sê alîkarên Wezîrê Ragihandinê tayîn kir.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin nav û wezîfeyên sê kesên ku wek alîkar hatine tayînkirin wilo ne:
Muhemmed Ahmed Tefran ji bo Karûbarên Medyaya Dîjîtal û Pêşketinê.
Abdullah Musa al-Musa ji bo Karûbarên Naverokê.
Obada Ahmed Tariq Kojan jibo Karûbarên Çapemenî û Medya Hikûmetê.


