Vîyena-SANA
Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî ragihand ku îro Şemîyê, piştî navbeynkarîyeke serkeftî di dabînkirina şert û mercên pêwîst de ji bo nûjenkirina binesazîya zirardîtî û jinûvegirêdana Stasyona Navokî ya Zaporîjyayê li Ukraynayê bi enerjîya derve re, agirbesteke herêmî ket warê cîbicîkirinê.
Ajansa “Reuters”ê ji zarê ajansê ragihand ku depoyên sotemenîya mazotê li stasyonê li ber qedandinê ne, û stasyon li ber e ku van rojan rûbirûyî metirsîya qutbûna temamî ya elektrîkê bibe, heke xetên enerjîya derve neyên vegerandin an jî tibabên zêde yên mazotê bo cihê stasyonê neyên veguhastin.
Ajansê her wiha dîyar kir ku pisporên teknîkî yên Ukraynî dê îro, piştî rakirina mînan ji herêmê, dest bi karên çakkirina xetên elektrîkê bikin.
Stasyona Enerjîya Navokî ya Zaporîjyayê, ku mezintirîn stasyona navokî li Ewropayê ye, li bajarê Enerhodarê li parêzgeha Zaporîjyayê li başûrrojhilatê Ukraynayê ye. Ew ji sala 2022yan ve di bin kontrola hêzên Rûsî de ye; dabînkirina enerjîya derve ji 20ê Tebaxa borî ve li ser qut bûbû, ev yek jî bû sedem ku stasyon pişta xwe bi jeneratorên rewşa awarte yên bi mazotê dixebitin girê bide, ji bo dabînkirina enerjîya pêwîst bo pergalên sarkirinê û yên silametîya jînwerî di hundirê wê de.