Parîs – SANA
Dozgerîya Giştî ya Niştimanî ya Nehiştina Terorê li Fransayê ragihand ku girtîyek bi tawanên li dijî mirovahîyê hatiye tometbarkirin. Tê gumankirin ku kesê girtî di navendeke girtinê ya ser bi îstixbarata rejîma hilweşîyayî ve kar kiriye û îşkence li wê derê hatiye kirin.
Ajansa France Pressê dîyar kir ku kesê bi navê “Malik N.”, ku sala 1991ê li parêzgeha Himsê hatiye dinyayê û li Fransayê dimîne, Sêşema borî hat girtin. Li ser daxwaza Dozgerîya Giştî ya Niştimanî ya Nehiştina Terorê ku taybet bi tawanên li dijî mirovahîyê ye, dadwerê lêkolînê bi fermî ew bi tometên “encamdana tawanên li dijî mirovahîyê û hevkarîya di tawanên li dijî mirovahîyê de” tometbar kir û ji bo temamkirina lêkolînan, ew xiste bin girtina yedek.
Dozê di Çirîya Pêşîn a 2020an de, bi agahdarîyeke ji Ofîsa Fransî ya Parastina Penaber û Bêwelatînameyan dest pê kir, da ku dozgerî lêkolîneke destpêkê derbarê tawanên li dijî mirovahîyê yên ku di navbera salên 2010 û 2013an de li Sûrîyê hatine kirin, veke.
Dozgerîyê di daxuyanîyekê de got: Lêkolîn li ser wan “kiryarên ku dibe ku” “Malik N.” wekî endamekî berê yê “Şaxê 285an ê ser bi Îstixbarat û Emnîyeta Dewletê ve li Şamê” di serdema rejîma revîyayî de pêk anîbin, rawestîya.
Neteweyên Yekbûyî “Şaxê 285an” dixe nava wan navendên girtinê yên ser bi dezgeha îstixbarata rejîmê, ku ji sala 2011an ve bûne şahidên hejmara herî zêde ya mirina girtîyan.
Li gorî Dozgerîya Giştî ya Fransayê, rêveberê şaxê navhatî ji Tîrmeha 2012an ve di lîsteya cezayan a Yekîtîya Ewropayê de cih digire Dozgerîya Giştî destnîşan kir ku gelek raporên din “behsa bûyerên destdirêjî û zordestîya zayendî li ser girtîyan di nava lêpirsînê de li Şaxê 285an dikin”, û pêşwazî li “kalîte û nermîya” hevkarîya dadwerî ya navdewletî di vê dozê de kir, nexasim ligel Almanya, Swêd, Belçîka, Norwêc û Holendayê.