Wașington-SANA
Amerîkayê tawanên mezin ên ku Hêzên ʺEl-Deʼim El-Serîʼʺ li bajarê Faşir ê li Darfura rojavayê Sûdanê pêk anîne şermezar kirin, û got ku dilê wê nearam e li ser jîyana sivîlên bajêr û yên ku jê direvin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaza rawestandina tolhildan û tundûtûjîya li ser bingeha nijadperestî ji ʺEl-Deʼim El-Serîʼʺ kir, û tekez kir ku çi çareserîya leşkerî tuneye û piştgirîya bîyanîyan dê dema şer û pevçûnan dirêjtir bike.
Her wiha Amerîkayê tekezî li ser giringîya dîyalogê ji bo bidawîkirina derdeserîyên Sûdanîyan kir. Ji hêla xwe ve, Encumena Ewlekarîyê êrîşa ʺEl-Deʼim El-Serîʼʺ şermezar kir û daxwaza dadgehkirina berpirsên binpêkirinan kir.