Gundewarê Şamê – SANA
Ji bo bîranîna komkujîyên ku ji hêla rejîma berê ve li dijî gelê Sûrîyeyê hatine kirin, komkujîya çekên kîmyewî ya li Gundewarê Şamê jî di nav de, ku salvegera wê ya 12an dikeve îro, û ji bo parastina bîrdanka Sûrîyeyê, ji bo belgekirina van tawanan û pêkanîna dadwerîyê, Wezareta Çandê li bajarê Dareyayê li Gundewarê Şamê îro konferansek bi sernavê “Komkujîyên Sûrîyeyê, Bîrdankeke Nemir, Belgekirin ji bo Dozgerîyê” li dar xist.
Şahidîyên Zindî Tiştên ku Nayên Jibîrkirin Tînin Ziman

Konferansa ku li Hola Qesra Hebîb, li bajarê Dareyayê hate lidarxistin, du belgefîlm li ser tawanên ku rejîma berê li dijî sivîl û bêgunehan, bombebarankirina taxên bajêr, wêrankirina rêbazane ya avahîyên wê û koçberkirina niştecîyên wê, pêşkêş kirin. Ji bilî wê jî, şahidîne zindî yên wê demê ji hêla şahidên bajêr ve bi rengekî zindî û wek hevpeyvînên tomarkirî, ji temaşevanan re hatin pêşkêşkirin. Van şahidîyan, mezinahîya trajedîya ku gelê Dareyayê di çar salan de jîyaye, û koçberkirina nêzîkî 100,000 niştecihên wê, ya ku ku ji hêla rêxistinên mafên mirovan ên Sûrî û navneteweyî ve wekî tawana şer tê binavkirin, nîşan da.
Wezîrê Çandê: Birîn Bûye Nasnameyek
Wezîrê Çandê, Mihemed Yasîn El-Salih di axaftina xwe de piştrast kir ku Dareya giranîya bîranîna êş û qurbanîyên şehîdên xwe hildigre. Wekî din jî, wî tekez kir ku birîn bûye nasname û xwîn jî peymanek, û qîrîna zarokên wê nehatiye temirandin. Dareya bûye bajarê wijdanê, dergehê rizgarîyê, û emanetek e ku pêwîstîya wê bi parastina qurbanîya zarokên wê heye yên ku di ber welatekî wekî Sûrîya û gelê wê de dane.
Komkujî Nayên Jibîrkirin… Belgekirin Berpirsyarîyeke Neteweyî ye.
Wezîrê Çandê di daxuyanîyekê de ji bo SANA tekez kir ku komkujî nayên jibîrkirin, ji ber ku eger ew werin jibîrkirin, ew ê dubare bibin. Li alîyê din jî, wî tekez kir ku rejîmê bê dudilî gaza jehrîn li dijî zarokan bi kar anî, lê şoreşgeran îşê xwe ji sivîlan neanî. Her weha, wî rave kir ku parastin û belgekirina vegotina şoreşê berpirsyarîyeke giştî ya neteweyî ye, her çend Wezareta Çandê rasterast serperiştîya projeyên belgekirinê dike, ku hin ji wan qedîyane û yên din jî di rê de ne.
Salvegera Komkujîyên Kîmyayî yên Xûtayê… Handanek ji bo Xweragirîyê.

Rêveberê Navendên Çandî, Enes El-Dixêm, di daxuyanîyekê de piştrast kir ku bîranîna komkujîya kîmyewî ya Xûtayê ya 2013an hîn jî birînek û handanek e ji bo berdewamîyê ye. Wekî din jî, wî tekez kir ku bîranîna wê peyamek e ji bo pabendbûna bi prensîbên şoreşê û jibîrnekirina şehîdan. Ji alîyekî dî ve jî, ji bo piştrastkirina ku serdema zordarîyê bi dawî bûye, lê dengê mirovê azad, ku daxwaza azadîya xwe dike, hîn jî heye.
Zarokên Dareyayê bi Zimanê Êşê Dipeyivin
Bassem El-Haw, xwendekarê bijîşkî yê ji Dareyayê, tekez kir ku ev bûyer ji bo belgekirina komkujîyan û rêgirtina li dubarebûna wan, kilîteke girîng e.
Bangewazî ji bo Belgekirina Komkujîyên li Cezîra Sûrîyê
Ji alîyê xwe ve jî, lêkolîner, Muhenned El-Kate’, tekez kir ku bîranîna komkujîyan -mîna yên li Dareyayê qewimîn- derfetek e ku em berê xwe bidin hovîtîyên ku li herêma Cezîra Sûrîyeyê -bi taybetî li Hesekê- hatine pêkanên. Wî bang li medyaya Sûrîyeyê kir ku ji ber girîngîya herêmê ya aborî, çandî û dîrokî, heqê wê bidinê.
Bangek ji bo Belgekirina Dîjîtal û Fizîkî

Çalakvanê medyayî Îsmaîl El-Ensarî, girîngîya bîranîna qurbanîyên komkujîyên li Sûrîyeyê anî ziman, bi taybetî yên li Dêra Zorê, bi rêya avakirina cihên bîranînê û mûzexaneyan, û her weha belgekirina dîjîtal bi gelek zimanan. Wekî din jî, wî pêwîstîya komkirin û weşandina wêne û şahidîyên ku berê nehatine dîtin, gaveke girîng dît.
Bîr Çekek e li dijî Înkarê
Temam Ebû El-Xêr, berpirsê medyayî yê konferansê, tekez kir ku dadwerî li ser rastîyê ava dibe û bîranîn çekek e li dijî zilm û înkarê ye. Wekî din jî, tekez kir ku divê ev bûyer ji bo belgekirina komkujîyan û rêgirtina li dubarebûna wan, werin bîranîn. Di heman demê de, Dr. Xelîl Esmer, di hevpeyivînekê, hejmara şehîd û birîndarên dema dorpêçkirina Dareyayê, û kêmasîyên xwarin, derman û karmendên bizîşkî anî ziman, û daxwaz kir ku sûcdar werin dadgehkirin. Komkujîya Tebaxa 2012an û dorpêça çarsalî ya piştî wê, hîn jî şahidîya yek ji tawanên herî hovane ye ku Dareya wêran kir û bi deh hezaran niştecihên wê koçber kirin.






