Hesekê-SANA
Fakulteya Wêje û Zanistên Mirovî li parêzgeha Hesekê, panzdehê vê Îlonê wekî dema encamdana ezmûna ziman ji bo kesên ku dixwazin serî li bernameyên xwendina bilind “asta masterê” bidin dîyar kir, ew jî ku saet dehê sibehê li avahîya Fakulteya Wêjeyê li bajarê Hesekê tê encamdan.
Ragira Fakulteyê Dr. Rehme Ehmed, îro Sêşemê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku proseya tomarkirinê ji bo kesên ku dixwazin ku xwe qeyd bikin li daîreya Fakulteya Wêjeyê heta roja Yekşemê 13ê Îlonê, berdewam dike.
Ehmed dupat jî kir ku piştî bidawîbûna dema dîyarkirî tu daxwaznameya tomarkirinê nayê qebûlkirin, bi şertê ku tomarkirin bi rêya kesê pêwendîdar bi xwe yan li gorî wekaletnameyeke qanûnî pêk were.
Navborî destnîşan kir ku belgeyên pêwîst ji bo tomarkirinê wêneyekî nasnameya kesane yan qeyda sivîl, du wêneyên kesane yên nû ku pişta wan spî be, kopîyeke pejirandî ya bawernameya derçûnê yan agahdarîya derçûnê bi pileya ne kêmtirî “baş”, yan kopîyeke pejirandî ya wesla tomarkirina sala dawî yan jîyannameya zanîngehê ji bo xwendekarên sala dawî, û dayîna xerca tomarkirinê bi birê 400 lîreyên Sûrî yên nû li xwe digire.