Şam-SANA
Îro Desteya Giştî ya Firokevanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ya Sûrîyeyê, peymanên dawî yên taybet bi veberhênana di pêşxistin, berfirehkirin û xebitandina Balafirgeha Navdewletî ya Şamê de îmze kirin. Ev yek bi hevpeymanîyeke navneteweyî re bû ku Şirketa Urbacon Holding serkêşîya wê dike û bi beşdarîya şirketên Tirkî yên Cengiz (Cengiz Înşaat) û Kalyon û şirketa Amerîkî Assets bo veberhênanan pêk hat.
Li gorî daxuyanîyeke çapemenîyê ku ji hêla Nivîsgeha Ragihandinê ya Desteyê ve derketiye û kopîyek jê gihîştiye SANAyê, balafirgeh dê ji sêwirandin û serperiştîya şirketa cîhanî ya Hesco be ku di bin sîwana xwe de komeke bijarte ji endezyarên cîhanî li xwe digire.
Serokê Desteya Giştî ya Firokevanîya Sivîl a Sûrîyeyê Umer El-Husrî ji SANAyê re tekez kir ku îmzekirina peymanên dawî, girîngtirîn pêngava geşepêdanê di sektora firokevanîya Sûrîyeyê de ji berî çend dehsalan ve pêk tîne. Ew derîyekî sereke yê derbasbûna ber bi qonaxeke aborî ya nû ve ye ku pêgeh û rola herêmî ya Sûrîyeyê vedigerîne.

El-Husrî got: “Em ne tenê balafirgehekê didin xebitandin, lê em paşeroja tevahî ya welatekî bi giştî didin xebitandin. Em ne tenê avahîyekê ji nû ve ava dikin, lê em aborîyeke tevahî ji nû ve ava dikin.”
El-Husrî dîyar kir ku Şam dê veguhere navendeke herêmî ji bo firokevanî û kargoya esmanî, û binesazîyeke bingehîn ku bikaribe piştgirîya geşbûna aborî ya çaverêkirî li Sûrîyeyê bike.
Tê zanîn ku Desteya Giştî ya Firokevanîya Sivîl a Sûrîyeyê di 6ê Tebaxa borî de jî belgenameyeke lihevkirinê ya stratejîk bi yekîtîyekê re îmze kiribû ku 5 kompanîyên navneteweyî tê de hene û şirketa UCC ya Qeterî serkêşîya wê dike.





