Heleb-SANA
Desteya Dadwerîya Veguhêz li Sûrîyê, bi serokatîya Ebdulbasit Ebdulletîf, li rewşa malbatên qurbanî û rizgarbûyan û pêdivîyên wan li hin taxên rojhilatê Helebê mêze kir. Her wiha, desteyê asta zîyana ku ji ber rejîma berê gihiştiye avahîyên niştecihbûnê û binesazîyê, nirxand.
Serokê Encumena Bajarê Helebê, Mihemed Elî Ezîz, ji peyamnêra SANAyê re ragihand ku serdanê taxên Helebê yên kevn, Keleha Helebê û avahîyên dîrokî û şûnwarî jî li xwe girt, da ku rewşa wan û zîyana ku ji ber tawanên rejîma rûxîyayî gihiştiye wan, were dîtin.

Endamê Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz, Ehmed Hezrûme, da zanîn ku ev serdan di çarçoveya planeke berfireh de ye ku hemû parêzgehên Sûrîyê li xwe digire. Armanc çavdêrîkirina deverên zîyandîtî yên ku di dema rejîma berê de hatine wêrankirin e. Hezrûme destnîşan kir ku şandeyê serdana çend malbatên qurbanî û kesên windayî jî kir.
Ev serdan di çarçoveya hewldanên nirxandina pêdivîyên lezgîn ên niştecihên li deverên zîyandîtî û beşdarîkirina di danîna bingehên jinûveavakirinê de bi awayekî ku pêdivîyên dadwerîyê pêk bîne, tê.


