Heseke – SANA
Di meha Cotmehê de, ku wek “Meha Pembehî” tê naskirin, gelek komele û sazîyên tenduristî û xêrxwazî li Parêzgeha Hesekê, bi armanca hişyarkirina li ser girîngîya destnîşankirina zû ya penceşêra pêsîrê, çalakîyên curbicur li dar dixin.
Çalakîyên ku li parêzgehê hatin lidarxistin, li ser gelek xalan rawestîyan; her wekî pêşkêşkirina wane, semînerên hişyarîyê, civatên dîyalogê û hevdîtinên rasterast bi şênîyan re, nexasim bi jin û keçan re, bi mebesta tekezkirina li ser girîngîya destnîşankirina zû ya penceşêra pêsîrê û rola wê di bilindkirina rêjeya saxlemîyê de.
Seroka Desteya Rêveber a “Komeleya Bijîjkî” li Hesekê, Semer El-Sewme’î, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar kir ku komeleyê bi destpêka meha Cotmehê, ku di cîhanê de wek “Meha Pembehî” tê naskirin, çalakîyên xwe yên hişyarîya tenduristîyê bi beşdarîya hejmarek bijîjkên pispor zêde kirin. Her wiha tecrûbeya xwe ya kesane jî anî ser ziman.
Serokê Desteya Rêveber a “Komeleya Rifqen Bina” Ebdulrehman El-Hemed, ji hêla xwe ve da zanîn ku komeleyê hejmarek komxebatên hişyarîya tenduristîyê li dar xistin.
Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê, meha Cotmehê ya her salê wek “Meha Pembehî” ji bo hişyarîya cîhanî ya li ser penceşêra pêsîrê destnîşan kiriye, ku ew cureyê penceşêrê yê herî berbelav e li cîhanê.