Şam-SANA
Ji ber hilweşîna beşek ji banê avahîya kevn ya Wezareta Navxweyî ʺElserayaʺ, li meydana Mercê li Şamê, di dema çaksazkirina avahîyê de, sê karkeran jîyana xwe ji dest da û 5 birîndar bûn.

Parêzgerê Şamê Mahir Merwan Idlibî, di daxuyanîyekê de ji rojnamevanan re, da xuyakirin ku karên teʼmîrkirinê bi hevkarîya Parêzgeha Şamê û Wezareta Navxweyî bi armanca ku ew avahî bê çakkirin dihatin kirin, û tekez kir ku dewleta Sûrî berpirsyarîya xwe di ber kesên birîndar û zîyandîtî de radighîne.
Berdevkê Wezareta Navxweyî Nûredîn Baba ji SANAyê re da xuyakirin ku Tîmên Berevanîya Sivîl 5 karkerên ku di bin kavilan de mabûn rizgar kirin.
Tê zanîn ku avahîya kevn ya Wezareta Navxweyî di Hezîrana bûrî de tûşî agirekî bûbû, beşek ji qata binî bi sedema wî agirî hatibû şewitandin. Ev avahî yek ji avahîyên dîrokî ye ku ji dema Osmanîyan de ye û berê wek baregeha Wezareta Navxweyî dihat bikaranîn, vê avahîyê di dîroka xwe de pêşwazîya gelek kesayetên fermî û padîşahan kiriye.



