Şam-SANA
Hat ragihandin ji teref rayedaran ve li Şamê nexweşxaneyeke taybet hat teftîşkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Rêveberê Nexweşxaneyên Taybet ên Wezareta Tenduristiyê, Dr. Fahd Daher, îro serdana nexweşxaneyeke taybet a li Şamê kir da ku xebatên wê, xizmetên tenduristiyê yên ku têne pêşkêş kirin û hewldanên ji bo baştirkirina kalîteya kar di sektora tenduristiyê ya taybet de binirxîne.

Hat ragihandin gerê sererastkirina dîtinê, kateterîzasyona dil, lênêrîna giran, odeya emeliyatê, endoskopî, dermanxane, radyolojî, laboratîf, urolojî, odeyên nexweşan û muayenegehên bijîşkan di nav xwe de digirt.

Dr. Fahd Daher derbarê mijarê de daxuyanîyek da peyamnêrê SANAyê. Daher di daxuyanîya xwe de derbarê mijarê de îfade kir ku Rêveberiya Tesîsên Tenduristiyê ji bo şopandina rewşa operasyonên tenduristiyê û misogerkirina kalîteya xizmetên bijîşkî yên ku ji nexweşan re têne peyda kirin, kontrolên demkî yên nexweşxaneyên taybet li parêzgehên cûda pêk tîne.
Daher di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku kontrol beşên sereke yên nexweşxaneyê hedef digirin, lîsansên bijîşkî û tenduristiyê, û beşên îdarî bi rêya bingehên forma kontrolê dinirxînin. Wî her wilo destnîşan kir ku rêveberî li ser standardên ji bo dabeşkirin û nirxandina kalîteya tesîsên tenduristiyê dixebite.
Derbarê karê Rêveberiya Tesîsên Tenduristiyê de, Daher destnîşan kir ku ew gelek sektoran digire nav xwe, di nav de dabeşkirina tesîsên tenduristiyê, nexweşxaneyên giştî, nexweşxaneyên taybet, navendên tenduristiyê û klînîkan.
Her wekî tê zanîn ev serdan û ziyaret wekî beşek ji hewldanên berdewam ji bo baştirkirina sektora tenduristiyê û mekanîzmayên wê yên xebatê, û ji bo misogerkirina ewlehiya nexweşan û kalîteya xizmetên pêşkêşkirî tê.





