Heseke-SANA
Şaxê Heyva Sor a Erebî ya Sûrî yê Hesekê, alîkarî li hindek malbatên koçber û yên deverê bi xwe belav kir.
Serokê şaxê rêxistinê li Hesekê, Xidir El-Zahir, rave kir ku alîkarî jî kelûpelên malê û alavên pêwîst ên her malbatekê, wekî tankên avê û amûrên germkirinê bûn.Ev alîkarî bi piştgirîya (UNHCR)ê hat pêşkêşkirin.
Her weha El-Zahir zêde kir ku“Alîkarî gihaşt 92 malbatên deverê û koçberên ku navê xweli navenda Guhdana Civakî ya girêdayî Heyva Sor qeyd kiribûn.” Wekî din jî, da xuyakirin ku girîngîya vê alîkarîyê ew e ku dikeve di xizmeta sivikkirina êşa mirovan de, nemaze ku şert û mercên wan ên ku niha tê de dijîn, gelekî dijwar in.