Şam – SANA
Zanîngeha Niştimanî ya Zanistên Berevanîyê, bi hevkarîya Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, ragihand ku derîyê tomarkirinê ji bo ezmûnên qebûlkirinê yên taybet bi fakulte û peymangehên zanîngehê ji bo sala xwendinê ya 2026-2027an, hatiye vekirin.
Wezareta Berevanîyê, bi rêya kanala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku tomarkirina ji bo zanîngehê tenê bi rêya lînka elektronîk ya taybet pêk tê. Her wiha bal bir ser wê yekê ku serkeftina di ezmûnên pejirandinê de û temamkirina qonaxên destnîşankirî, şert in da ku xwendekar bikare beşê ku ew dixwaze bixwîne di mufadleyê de binivîsîne, piştî mufadele were ragihandin.
Her wiha amaje bi wê yekê kir ku tomarkirin bi rêya lînka berdest e, û ji roja destpêkirina wergirtina daxwaznameyan ve û ta hefteyekê didome.
Di Tîrmeha borî de, Serok Ehmed El-Şeri’, mersûma hejmar 147 a sala 2026an derxist; tê de biryar dabû ku zanîngeheke zanistî ya taybet bi perwerde û rahênana leşkerî bi navê “Zanîngeha Niştimanî ya Zanistên Berevanîyê” ava bibe. Navenda wê li Şamê be, û ji alîyê qanûnî ve xwedî pêgeheke pejirandî be, û ji alîyê darayî û îdarî ve serbixwe be, û pêkan e ku fakulte, peymangeh û navendên girêdayî wê li Şamê û parêzgehan, bêne vekirin.
Li gorî mersûmê, zanîngeh ji Akademîya Leşkerî ya Bilind pêk tê ku van beşan li xwe digre: Fakulteya Berevanîya Niştimanî, Fakulteya Cengê ya Bilind, Fakulteya Fermandarî û Erkanê, her wiha fakulteyên wek: Fakulteya Cengê ya Esmanî, Fakulteya Cengê ya Deryayî, Fakulteya Cengê ya Bejayî, Fakulteya Zanistên Mirovî û Îdarî, Peymangeha Bilind a Zanistên Sepandarî û Teknolojîyê, Peymangehên Teknîkî yên Leşkerî.