Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, ragihand ku di rojên pêş de dê encamên mufadeleya nû ya dagirtina cihên vala di zanîngehan de derkevin, ji bo dabînkirina derfetê ji xwendekarên ku di mufadeleya giştî de nehatine qebûlkirin.
Wezaretê dîyar kir ku di zanîngehên giştî û taybet de zêdetirî 30 hezar kursîyên vala hene, û mufadele sîstemên xwendinê yên giştî, paralel û taybet li xwe digire.
Ev mufadele kesên xwedan bawernameyên bekelorya sûrî û ne-sûrî jî li xwe digire, her weha xwedîyên bekeloryayên kevn jî, ji bo cîbicîkirina wekhevîya derfetan û dadmendîya qebûlkirina di zanîngehan de.
Her weha Wezaretê tekezî li ser berdewamîya piştgirîya xwe ji xwendekaran re û dabînkirina derfetên xwendinê yên guncaw ji bo her kesî kir, piştî ragihandina encamên qebûlkirinê ji bo sala xwendinê ya 2025/2026.