Wezareta Perwerdeyê ya Sûrî, tekez kir ku hemû cûreyên destdirêjîya li ser xwendekaran çi lêdan be an bi ziman be, ger behane çi be jî, qedexe ye. Ji bo parastina pîrozîya pîşeyê hînkirinê û dabînkirina jîngeheke hêmin ji xwendinê re.
Wezaretê di daxîyanîyeke xwe dîyer kiribû ku giring e şêwazên perwerdeyê bên bikaranîn ku reftar pê rast bibe bêyî ku zîyan bigihêje şagirt, û tekezî li ser mafê mamosteyan jî kir ku heke bi neheqî werin pirskirin, wekî rêzgirtinê ji keda wan re.
Wezaretê erkê şopandina van biryaran da ser milê rêvebirên dibistanan, ji ber ku vîdyoyeke ku rêvebera dibistaneke li Dareyayê li şagirtan dide belav bûbû û wê yekê kir ku ew were darizandin.