Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, îro ragihand ku hikûmeta Cezayîrê 40 bursên xwendina lîsansê ji xwendekarên Sûrî re ji bo sala akademîk a 2025-2026 li zanîngehên Cezayîrê dabîn kirine, taybet in bo xwendekarên ku bawernameyên xwe yên bekeloryayê sala xwendinê ya 2024 û 2025 wergirtine.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, ew burs bi vî rengî tên dabeşkirin: 20 ji bo beşê zanistî, 10 ji wan bo xwendina bijîşkiya mirovan in, 20 ji bo beşê wêjeyî yên fakulteyên cûda li zanîngehên Cezayîrê ne. Divê daxwazname di nav rojên yekşemê, 21ê Îlonê, heta dawiya roja xebatê ya roja sêşemê, 30ê Îlonê, li Rêveberiya Têkiliyên Çandî li Wezaretê li qata pêncemîn, ligel anîna hemî belgeyên tên xwesin, werin pêşkêşkirin.
Wezaretê piştrast kir ku daxwaznameyên bê belgeyên pêwîst nayên qebûlkirin, û got ku zanyariyên hûrbîntir li ser malpera elektronîk a wezaretê hene, an jî xwendekar Karin bi riya peywendiya bi van numareyên telîfonan re yên navxwe (2520, 2522, 2516) her weha li ser numara 2129860 agahiyan werbigirin.
Ev burs di çarçoveya hevkariya çandî û hîndarî ya berdewam a di navbera Sûriye û Cezayîrê de ne, armanc jê zêdekirina pevguhertina serborên akademîk e û dabînkirina derfetên hîndariyê yên cûreyî ye ji bo xwendekarên Sûrî li zanîngehên Cezayîrê, çi di asta lîsansê de be an di asta master û doktorayê de be.