Şam-SANA
Karbidestê Balyozxaneya Erebistana Siûdî li Sûrîyê Ebdillah El-Herîs, tekez kir ku beşdarbûna Erebistana Siûdî di gera 63yemîn a Pêşangeha Navdewletî ya Şamê de cîyawaz bû; nêzî 50 şirketan bi çalakîyên cihêreng, wek şirketên çandinîyê, pîşesazîyê û yên hilberînera xurekê, beşdarî kir.
El-Herîs di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, îro, bal kişand ser wê yekê ku di dema beşdarbûnê de, bîrnameyên hevahengîyê di navbera Wezareta Çandinîyê ya Sûrîyê û Wezareta Jîngeh, Av û Çandinîyê ya Siûdîyê de hatin imzekiein. Her wiha dîyar kir ku ev gav dê ya pêşîn be û gavin din dê di warê veberhênanên çandinîyê di navbera her du welatan de, li pey xwe bîne.

