Şam-SANA
Dîroka xeta Sulusê vedigere serdema Umewî, dema ku li ser destê Qutbe El-Muherir derket holê, berî ku bikeve bin rêzik û pîvanên hûrbîn ku ji alîyê wezîr û xweşnûs Îbn Muqle ve hatin danîn, da ku rêça wê di nav dibistanên xeta Erebî re berdewam bike heta serdema Osmanî ku tê de gihîşte qonaxên pêşketî yên têkûz û geşepêdanê.
Pêşketina Xetê û Dibistanên wê
Xweşnûs Heysem Selmo di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku xeta Sulusê ji xeta Tûmarê ya ku di serdema Umewî de dihat bikaranîn peyda bûye.
Destnîşan jî kir ku têgeha “xetat”ê (xweşnûs) cara yekem di wê heyamê de wekî têgeheke hunerî derket holê.
Selmo da zanîn ku xetên Erebî berî Îbn Muqle jî hebûn, wekî Sulus, Sulusa Celîl, Muheqeq û Reyhanî, lê belê Îbn Muqle di sedsala çaremîn a Koçî de rêzikên hûr ji wan re danîn û avahîya wan a endazyarî bi bazneya xelekê ve girê da, lewma ji bo tîpan pîvanên dîyarkirî çêbûn.
Selmo her wiha lê zêde kir ku xeta Nesxê ji xeta Sulusê hatiye afirandin û bi pênûseke piçûktir tê nivîsandin, û bal kişand ser wê yekê ku pêşveçûna xetê ji Îbn Muqle ber bi Îbn El-Bewab û piştre Yaqût El-Muste’semî ve berdewam kir, heta gihîşt Dewleta Osmanî ya ku giringîyeke mezin da xeta Erebî; rêzikên wê pêş xistin û tê de xetên nû yên wekî Riq’e, Dîwanî û Tuxra derketin holê.
Xeta Sulusê li ser destê xweşnûsên mezin gihîşte lûtkeya estetîk û bedewîya xwe, di nav wan de Hafiz Osman, Mihemed Şewqî, Mistefa El-Raqim, Mihemed Şefîq û Şêx Mihemed Ebdulezîz El-Rîfaî, heta gihîşte Hamid El-Amedî mamosteyê xweşnûs Hesen Çelebî ku Selmo li ber destê wî fêr bûbû.
Sedema Navlêkirinê û Pîvanên Pênûsan
Derbarê sedema navlêkirinê de, Selmo eşkere kir ku ev nav bi yekîneke pîvanê ya kevn ve girêdayî ye ku xwe dispêre 24 mûyên hespan (berzon), ku ev yekîne li sê beşan hatibû parvekirin; lewra pênûsa Sulusê ji heşt mûyan pêk dihat, di heman demê de pênûsa du-Sulusan (Suluseyn) digihîşte şanzdeh mûyan.
Li Navenda Niştimanî ya Hunerên Dîtbarî li Şamê, Korbenda Sûrî ya Hunerê Xetnivîsîya Erebî û Nexşandinê bi rê ve diçe, ku heta roja Pêncşemê 20ê Tebaxa 2026an berdewam dike. Korbend rojane di navbera saet 12ê nîvro û 7ê êvarê de pêşwazîya serlêderên xwe dike, û derfetê dide hezkerên xetnivîsînê ku çav li berhemên beşdar bigerînin û dibistan û teknîkên xetê ji nêz ve nas bikin.




