Şam – SANA
Salona Atlas ya sînemayê ya li herêma Taksîmê li Stenbolê, xwe amade dike ku îro saet heft û nîvê êvarî yekemîn car belgefîlma “Sûrîya Surrealî” pêşkêş bike. Bi çavê belgekirinê ev fîlm dîmenine mirovî yên jîyana girtîyine berê di zindanên rêjîmê di salên pêşîn ji şoreşê de dîyar dike.
Di fîlm de dîmenên ji Şam, Hema, Hims û Xûta Rojhilat hene, bi mebesta belgekirina jîyana hundirê zindanan û ya piştî azadbûnê bi rêya axaftinên rasterast ên kesên berê girtî bûn.
Tê çaverêkirin ku çalakî îro êvarî saet 19:30 li sînemaya Atlas – 1948 dest pê bike, û bangek vekirî heye ji bo cemawer da li vê bûyera çandî amade bibin.