Şam-SANA
Bi boneya Roja Cîhanî ya Wergerandinê, Desteya Giştî ya Pirtûkan a Sûrîyeyê ya bi ser Wezareta Çandê ve, di 5 û 6ê Cotmehê de li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Şamê, Korbenda Wergerandina Neteweyî ya 2025an, bi navê “Wergerandin di Teknolojîyên Nûjen de“, li dar dixe.
Hevkarîya di navbera Sazîyên Çandî û Akademîk de
Derbarê korbendê de, Rêveberê Giştî yê Desteya Giştî ya Pirtûkan a Sûrîyeyê, Wa’il Hemze, ji SANAyê re got ku: “Wezareta Çandê dê Korbenda Wergerandina Neteweyî di 5 û 6ê Cotmehê de li Pirtûkxaneya Neteweyî, bi hevkarîya Korra Zimanê Erebî, Yekîtîya Weşangerên Sûrîyeyê û Enstîtuya Bilind a Wergerandinê û Wergerandina Rasterast li Zanîngeha Şamê, bi rê ve bibe.”
Her weha lê zêde kir ku: “Ji ber rakirina sizayên li ser Sûrîyê û vegera beşê teknîkî yê çapkirinê, ku rê dide wergêran ku sûdê ji teknolojîyên wergerandina nûjen wergirin, korbenda îsal cuda ye.”
Babetên Sereke: Dîjîtalîzekirin, Zîrekîya Destkird û Pêşeroj
Wa’il Hemze, Rêveberê Giştî yê Desteya Giştî ya Pirtûkan a Sûrîyeyê, got: “Korbenda Wergerandina Neteweyî dê li ser sê mijarên sereke raweste: “Werger di serdema dîjîtal de, rola jîrîya destkird, û pêşeroja wergerandinê bi teknolojîyên nûjen re.” Her weha wî tekez kir ku armanc ew e ku wergerandina mirovan bi teknolojîyê re were têkilkirin.
Hejmarek lêkolîner û wergêr dê bi lêkolîn û dûvçûnên xwe yên derbarê “rola teknolojîyê di wergerandinê de û pêşxistina şîyanên wergêran” de, beşdarî korbendê bibin.
Hêjayî gotinê ye ku Roja Cîhanî ya Wergerandinê 30ê Îlonê ye, ku ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve di sala 2017an de hatiye pejirandin. Armanca wê jî ew e ku balê bikişîne ser rola wergêran di belavkirina zanînê û pêwendîyên di navbera gelan de.